1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Rûsya: Divê Bexda, bersiva Hewlêrê bide
Rûsya: Divê Bexda, bersiva Hewlêrê bide

Rûsya: Divê Bexda, bersiva Hewlêrê bide

Rûsyayê ji Bexdayê xwest, bersiva bangên Hewlêrê bide

A+A-

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got, opozisyona Sûriyê ji bo astengkirina Kongreya Diyaloga Niştîmaniya Sûriyê ya Soçiyê, hevdîtinên Cenev 8ê bi zanebûn têk dan.

Zaxarova di civîna heftane ya rojnamevanî de, tekbirina hevdîtinên Cenev 8ê nirxandin.

 

Zaxarova got, "Bi qasî dixuyê ti kesek naxwaze krîza Sûriyê di demeke nêzîk de çareser bibe. Em dibînin ku ev hewildan ji bo jiholêrakirina pêşveçûna heyî û astengkirina destpêkirina pêvajoya siyasî ye."

ZAXAROVA: DIVÊ BEXDA BERSIVA BANGÊN HEWLÊRÊ BIDE

Zaxarova li ser aloziya navbera Hewlêr û Bexdayê jî diyar kir, divê her du alî kêşeyan bi rêbazên aşitiyane çareser bikin û got, divê Bexda bi awayekî erênî bersiva bangên diyalogê yên Hewlêrê bide.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.