1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Rûsya gef li Rojava xwar
Rûsya gef li Rojava xwar

Rûsya gef li Rojava xwar

Navenda Leşkeriya Rûsya ya li Sûriyê ragihand, dibe ku çareseriya serbazî take bijarde be li pêş hikûmeta Sûriyê ji bo kontrolkirina herêmên di bin kontrola Kurdan de.

A+A-

Navenda Himêmîmê ku operasyonên serbazî yên Rûsyayê li Sûriyê dişopîne, li ser rûpela xwe ya fermî li Facebookê nivîsiye, dibe ku çareseriya serbazî take bijarde be li pêş Şamê ji bo serederiya li gel herêmên derveyî desthilata hikûmeta Sûriyê li bakurê Sûriyê.

Li gorî Navenda Himêmîmê dibe ku hikûmeta Sûriyê di rojên bihê de li dijî wan herêmên ku di bin desthilata Kurdan de ne,  bi awayekê serbazî tevbigere.

Bi gotina navenda Rûsî ya li Sûriyê, ew herêm bi piştevaniya Amerîka û bi şêweyekî nerewa di bin desthilata Kurdan de ne.

Ev daxuyaniya navenda Himêmîmê piştî wê yekê tê ku Serokê Sûriyê Beşar Esed gotibû ku deverên di bin kontrola Kurdan de deverên Sûrî ne û gerek vegerin bin desthilata hikûmeta Sûriyê.

Herwiha Şêwirdmendê Elî Xameneyî jî gotibû ku di van nêzîkan wê Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê ber bi Reqayê û rojhilatê Feratê pêşve biçin.

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.