
Rûsya hêzên xwe ji Sûriyê vedikişîne
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro serdana binkeya Himêmîm a leşkerî kir û fermana vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê da.
A+A-
Medyayên Rûsî belav kirin, îro danê sibê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana binkeya Himêmîm a leşkerî kir û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed civiya.
Ajansa “Reuters” belav kir, Putin ferman bi hêzên Rûsî da ku ji Sûriyê vekişin û ragihand, hêzên welatê wî li Sûriyê di dema du salan de karîn bihêztirîn grûpa terorê li cîhanê têk bişikîne.
Herwiha Putin got, tevî biryara vekişandina hêzên Rûsî ji Sûriyê, lê Rûsya li binkeya Himêmîmê ya leşkerî li Laziqiyê û navenda deryayî ya li Tertûsê bi awayekî her timî dimînin.
Rûsa di 30î Îlona 2015an de yekem lêdanên esmanî li Sûriyê encam dabû.
Roja 7 Berçile, Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, hêzên wan li Sûriyê karên xwe bi serkeftî kirin û ew welat ji teroristên DAIŞê pak kir. (k24)
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.