1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. S400 dê di navbera Tirkiye, NATO û Amerîkayê de dibe kêşe?
S400 dê di navbera Tirkiye, NATO û Amerîkayê de dibe kêşe?

S400 dê di navbera Tirkiye, NATO û Amerîkayê de dibe kêşe?

Tirkiyê li gel Rûsyayê bi qasî 2,5 milyar dolar rêkeftina mûşekên S400 îmze kir.

A+A-

Li gorî rêkeftina ku Amerîka û NATOyê bertek nîşan dane radestîkirina van mûşakan dê sala 2020an de pêk bê. Li gorî pisporan  Amerîkayê daxwaz Tirkiyê ya sîstemên parastinê bi cih neaniye lima ji neçarî ev rêkeftin pêk hatiye ji ber vê yekê bertek jî dê dînorkirî bininin.

Rêkeftina kirîna mûşekên S400 ku ev heyamek dirêj bû di rojeva Tirkiyê de bû li Enqereya Paytexta Tirkiyê hate îmzekirin. Tirkiye ji bo van mûşakan 2,5 milyar dolar pere dê bide Rûsyayê Pereyê van mûşekan jii Sedî 45 dê Tirkiye bide, ji sedî 55 jî dê ji Rûsyayê kredî bê standin û perçe perçe dê bê dayîn. Herwiha li gorî vê rêkeftinê mûşekên S400 dê Adara sala 2020an radestî Tirkiyê bên kirin.

ji aliyê welateke endamê NATOyê ve kirîna sîstema parastinê ji Rûsyaya ku dijî NATOyê rê li ber nîqaşan vekiriye.

Pispor dibêjin herçiqas ev nîqaş berdewam bikin jî Amerîka û NATO ji ber vê sedemê li dijî Tirkiyê helwestek tund nîşan nadin.

Pisporê Têkiliyên  NATO ûTirkiyê Nûrşîn Ateşoglu Guney ji K24ê re got: “Tirkiyê ji bo kirîna sîstema parastinê berê di gel hevalbendê xwe di nava pêwendiyan de bû, lê niha vê pêdiwiya xwe bi Rûsyayê re dabîn dike. Ez ne bawer im ku ev yek di navbera Tirkiye û NATOyê de rê li ber rageşiyekê veke. Lê belê ev yek naçe xweşiya welatên endamê NATOyê. Ji ber ku Rûsya endamê NATOyê nîn e û wek dijmin tê dîtin. Ji xwe têkiliyên Amerîka û Tirkiyê jî di gelek mijaran de rageş in ev mijar jî zêde bandorê li ser pêwendiyên her du welatan nake.”

Tirkiye vê sîstema parastinê teybetî ku li dijî gefên ser sînorê xwe yê başûr bikar bîne dikire. Li gorî pisporan ev sîstema parastinê li cîhanê di nava pergalên parastinê yên herî dawî de ye.

Pisporê ewlehiyê yê ORSAMÊ Sertaç Canalp dibêje: “Tirkiye li ser sînorê Sûriye û Iraqê bi êrîşên rêxistinên terorî re rûbirû ye û pêdiwî bi sîstema parastinê heye. S400 li gorî dilê Tirkiyê ye. Di nava 4 bateryayên S400ê de 144 mûşek hene û 80 hedefan pêkve ji holê radike. Dûrahiya wê di navbera 400 û 600 kîlometreyî de ye û 30 kîlometre jî bilind dibe. Tirkiye bi vê sîstema parastinê dikare gefên hewayî û bejahî têk bibe.”

Dengvedanên vê rêkeftina ku di dawiya sala 2017an de pêk hat, di sala nû de bi nîşandayîna bertekên NATO û Amerîkayê dê eşkere bibe. (k24)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.