1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Sadr piştî 11 salan serdana Erebîstanê kir
Sadr piştî 11 salan serdana Erebîstanê kir

Sadr piştî 11 salan serdana Erebîstanê kir

Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr li ser vexwendina fermî ya Erebîstana Siûdî bi prensê welîaht Muhammed Bin Selman re hevdîtinek pêk anî.

A+A-

Li gorî nûçeya ajansa SPA ya Erebîstana Siûdî, Muhammed Bin Selman û Muqteda Sadr li bajarê Ciddeyê hevdîtin kirin û di mijara wan de jî ji xeyrî têkiliyên Siûdî û Iraqê pirsgirêkên hevpar jî nirxandin. Di nûçeyê de ti agahiyeke din nehat dayîn.

Ji aliyê din ve Ofîsa Çapemenî ya Sadr ji bo serdanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku têkiliyên navbera Erebîstana Siûdî û Iraqê dikevin asteke nû û em ji vê kêfxweş dibin. Em hêvî dikin ev bibe dawiya şerê mezhebi yê li herêma erebî.

Piştî 11 salan ev cara yekemîn e Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr serdana Erebîstana Siûdî dike. (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.