1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Şanda HDPê ji bo Efrînê li Almanyayê ye
Şanda HDPê ji bo Efrînê li Almanyayê ye

Şanda HDPê ji bo Efrînê li Almanyayê ye

Şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlementoya Almanyayê li ser operasyona Artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê li gel fraksiyonên parlementoya wî welatî dicive.

A+A-

Li gor zanyariyan, şanda HDPê dê li gel Partiya Çep, Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Kesk bicive û mijara operasyona Artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê bîne rojevê.

Şanda HDPê ji endamê şanda Îmraliyê Hatip Dicle, parlementerê HDPê Faysal Sariyildiz, endamên Desteya Rêveberiya HDPê Tuba Hezer û Nursel Aydogan, Hevseroka Şaredariya Cizîrê Filiz Koçali, nûnerên HDPê yên li Almanyayê Leyla Îmert û Sinan Onal, akademîsyen Nazan Ustundag û Muzaffer Kaya û rojnamevan Îsmail Eskin û Hayko Bagdat pêk tê.

Şanda HDPê dê d civînê de ji parlementoya Almanyayê daxwaz bike ku li hember êrişên Tirkiyê yên ser Efrînê helwêstek nîşan bidin.

Bi navê şanda HDPê daxuyaniyek hatiye belavkirin û têde amaje bi wê yekê hatiye kirin ku “Operasyona Artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê berdewam e û çekên herî pêşketî li wir têne bikaranîn. Li gor zanyariyan ji niha ve bi sedan sivîl bûne armanc û hatine kuştin, herwiha behsa wê yekê tê kirin ku Tirkiyê napalm bi kar aniye”.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li Tirkiyê bikaranîna peyva "aştî" bûye sedema zindanîkirina xelkê û herwiha HDP di bin guvaşeke mezin de ye û kesên ku li aliyê opozîsyonê ne dema ku daxwaza aştiyê dikin, zext û guvaş dixin ser wan.

Şanda HDPê di daxuyaniya xwe de ji civaka navdewletî daxwaz dike ku sînorek deynin çalakiyên Tirkiyê û pêwîst e parlementoya Almanyayê di demeke nêz de helwêsta xwe nîşan bide.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.