1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Selehattin Demirtaş: Bi qasê mohrekê canê wan maye
Selehattin Demirtaş: Bi qasê mohrekê canê wan maye

Selehattin Demirtaş: Bi qasê mohrekê canê wan maye

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ev salek û nîv e girtîye, li ser hasabê xwe yê twîtterê di derbarê hilbijartinên pêşwext de peyam dan.

A+A-

Demirtaş di twîttirê de van îfadeyan anî ziman: werin em bi destê hev bigirin, em van dubendiyana ji holê rabikin. Em hilbijartinê bikin daweta demokrasî û biratiyê. Hûn bawer bikin em ê bikaribin bikin.
Tirkiya xurt bi bi demokrasiya xurt mumkun e. Em dikarin hemû pirsgirêkên xwe, bi edalet û samîmiyetê çareser bikin.
Em ne mecbûrê xizaniyê, bêkariyê û birçîmayînê ne. Em li ser xezineya herî dewlemend ya dunyayê ne. Em dikarin hemû bi hev re hilberînin û parve bikin.
Ji hemû gotinên siyasetmedaran bawer nekin, ji yên min jî. Heta 24 Hezîranê hûne gelek direwan bibihîzin. Heqaret, îftira, kibir,…
Van kesana li berçevên xwe zêde mezin nekin. Hemû ji bi qasê mohrekê emrê wan heye. Bawer bikin em dikarin bikin; bawer bikin em bikin.
Di dilê xwe de cih nedin bedbînî, tirs û sistbûnê. Em bi hev re bêhtir bixebitin û hêviyên xwe biqulibînin rastiyê. Di hazîranê de ev havîn wê xweştir be. Bawer bikin wê bibe. Haydê em bikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.