1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Şer li nava Kerkûkê: Mirî û birîndar hene
Şer li nava Kerkûkê: Mirî û birîndar hene

Şer li nava Kerkûkê: Mirî û birîndar hene

Hat diyarkirin ku li herdu taxên bi navê Şorîce û penca Elî yên li Kerkûkê hêzên xwebexş êrîş birin ser hêzên Iraqî û Heşdî Şeibî û di encamê de Hummereke hêzên Iraqî hat şewitandin.

A+A-

Li gorî agahiyên Rûdawê hat diyarkirin ku li herdu taxên bi navê Şorîce û penca Elî yên li Kerkûkê hêzên xwebexş êrîş birin ser hêzên Iraqî û Heşdî Şeibî û di encamê de Hummereke hêzên Iraqî hat şewitandin.

 

Hat ragihandin ku îro li herdu taxên bi navê Şorîce û Penca Elî yên parêzgeha Kerkûkê hinek kesên xwebexş êrîş birine ser hêzên Iraqî û Heşdî Şeibî û di navbera aliyan de şer û pevçûn rû daye.

Hat diyarkirin ku di wan şer û pevçûnan de wesayiteke Hummer a ayidê hêzên Iraqî hatiye rûxandin. Ligel vê yekê li ser zirarên aliyên Iraqî agahiyên eşkere nehatin bidestxistin lê gelek wesayitên hawarhatinê çûne cihê bûyerê.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Sputnikê jî di encama şer û pevçûnan de mirî û birîndar hene û aloziya li bajêr berdewam dike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.