
Serbazên Îsraîlê 9 Xwepêşanderên Filestînî Dikujin
Wezareta tenduristiya kerta Geza ku di bin destê tevgera Hemas de ye, îro Şemiyê ragihand ku 9 Filestînî, di nav de rojnamevanek, hatin kuştin di encama pevçûnan de li gel hêzên Îsraîlê.
A+A-
Wênegirê ajansa Eyn Medya Yasir Murteda di dema pevçûnan de rastî gulleyekê hat, li gor wezaretê.
Artêşa Îsraîlê red kir ku rewşê şîrove bike û got ew pêdaçûnan dike li dor rûdanê.
Wezaretê her wiha got li gel 9 kesên kuştin, ku yek ji wan 16 salî bû, bi kêmanî 491 kesên din birîndar bûn.
Serbazên Îsraîlê doh Înê gazên rondikrêj û gulleyên lastîk avêtin ji bo vegerandina xelkê ku hewil dan sûra sînorî hilweşînin.
Xwepêşanderan taker li nêzîkî sûrê şewitandin û bû sedema bilindbûna dûmaneka giran.
Leşkerên Îsraîlê got xwepêşanderên Filestîn hin amîrên teqîner avêtin wan û hinan ji wan hewil da sûra sînor derbas kin.(voa)
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.