1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. 'Şerê li herêma Mertala Firatê nasekine: Artêşa Tirkiyeyê derbas bû'
'Şerê li herêma Mertala Firatê nasekine: Artêşa Tirkiyeyê derbas bû'

'Şerê li herêma Mertala Firatê nasekine: Artêşa Tirkiyeyê derbas bû'

Bikarhênerên sûrî ragihand ku piştî 24 saetan ji sekinîna şerê li Babê, komên Mertala Firatê yên Tirkiye piştgiriya wan dike dîsa dest bi şerî kir.

A+A-

Aktivîstan teqez kir ku duh êvarî şerekî giran li herêmên Hiwar Kilisê, Dûdyan, Hercele, Xirbe, Qere Mezre, Bixêdîn û rojhilatê Ezazê ya çoltera bakurê rojhilatî ya Helebê dest pê kiriye.

Li gorî agahiyên wan aktivîstan dane, şer di navbera koma Sultan Murad û Siqûr el Şamê(Bazên Şamê) de  ye ku herdu jî encamên Mertala Firatê ne ya ku Enqere piştgiriya wê dike.

​Herwiha hat ragihandin ku çekên giran, sivik û navîn bi kar tînin ku endamên herdu koman ketine rewşa amadebaşiyê.

"KETÛBEYEKE ARTÊŞA TIRKIYEYÊ DERBAS BÛ"

 

Li gorî nûçeya RTyê, ew aktivîst diyar dikin ku komên din hewl didin navbeynkariyê bikin da ku şerî rawestînin û agahî hene ku ji ber van hewlan hinekî şer sivik bûye lê hinek çavkaniyan ragihand ku ketîbeyeke Artêşa Tirkiyeyê di rêya korîdoreke Kever Losîn a sînorî ya Parêzgeha Idlibê derbas bûye.

Di berdewamiya nûçeyê de, aktîvistan behsa kuştî û birîndaran dikin ku ji herdu aliyan çêbûne û wan teqez kir ku ew şer bû sedem ku hinek rêyên li derdora bajarê Ezazê bên girtin.(sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.