1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Şerê Qerebaxê aloziyan bo ewlekariya enerjiya cîhanê çêdike
Şerê Qerebaxê aloziyan bo ewlekariya enerjiya cîhanê çêdike

Şerê Qerebaxê aloziyan bo ewlekariya enerjiya cîhanê çêdike

Navçeya Qerebaxê di vî warî de bo bazara enerjiyê giring e ku ew navçe çavkaniyên enerjiya Asyaya Navendî bi Ewropayê ve girê dide û çend projeyên stratejî di warê enerjî û guhastinê de li xwe digire.

A+A-

Derketina pirsgirêka Qerebaxê û şer û aloziyên tund di navbera hêzên Ermenistan û Azerbaycanê de li ser wê navçeyê, careke din bazara enerjiyê dilgiran kir.

Navçeya Qerebaxê di vî warî de bo bazara enerjiyê giring e ku ew navçe çavkaniyên enerjiya Asyaya Navendî bi Ewropayê ve girê dide û çend projeyên stratejî di warê enerjî û guhastinê de li xwe digire.

Yek ji wan projeyên mezin boriya petrola Baku-Ceyhan e ku ji 50 kîlometran kêmtir dûrî navçeya Qerebaxê ye û ji aliyê şîrketa petrola brîtanî BP ve tê birêvebirin.

Ev boriya giring rojane 1 milyon û 200 hezar bermîlên petrola Azerbaycanê, bi rêya Bendera Ceyhanê vediguhêze bazarên cîhanê.

Her çiqasî di şer û nakokiyên berê de, ev borî armanc nehatiye girtin, lê eger hat û şer di navbera herdu welatên Azerbaycan û Ermenistanê de berdewam bû, eger heye ku şer belav bibe û bigihe deverên ku ew boriya petrolê di wan re derbas dibe.

Ji bilî wê boriya petrolê, çend boriyên petrol û gaza xwezayî hene ku gaza xwezayî ji Azerbaycanê vediguhêzin bazarên cîhanê.

Boriya gaza xwezayî ya TANAP, boriyeke gaza xwezayî ye ku gaza zeviya Şahdenîz-2 ya Azerbaycanê bi rêya axa Gurcistanê digihîne Tirkiyê û paşê bi boriyeke din bi navê TAP vediguhêze welatên ewropî. Bi dehan şîrketên mezin ên ewropî di vê projeyê de beşdar in.

Çend boriyên petrolê yên din hene ku petrola Azerbaycanê bi rêya Derya Reş vediguhêzin bazarên cîhanê.

Heya niha bazara petrolê karvedaneke mezin û bilez li hember şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê nîşan nedaye, lê di demekê de berbanga roja duşemê nirxê petrolê bi daketin hate vekirin, lê piştî nîvroyê nirxên petrolê arasteya xwe ber bi bilindbûnê ve guherîn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.