1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Serok Barzanî û Mcgurk pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dikin
Serok Barzanî û Mcgurk pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dikin

Serok Barzanî û Mcgurk pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dikin

Bi mebesta behskirina dawîn pêşhatên siyasî yên Kurdistan û Iraqê, Serok Barzanî pêşwazî li nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett Mcgurk û balyozê Amerîka li Iraqê Dogllas Siliman û serkunsulê Amerîka li Hewlêrê kir

A+A-

Her di wê civînê de, nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê de, pîrozbahiya biserketina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê kir di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de û ew biserketin weke gaveke giring binav kir û tekezî li ser rol û pêgeha PDKê li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê kir.

Li gorî daxuyaniyeke malpera fermî ya Serok Barzanî, di wê dîdarê de, "Rewşa siyasî ya Iraqê û dawîn pêşhat û pêngavên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin".

Civîna Serok Barzanî li gel wê şanda Amerîkî di demekê de ye, ku bizavên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê destpê kirine û encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine ragihandin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.