1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Serok Trump û Netanyahu li Qesra Sipî Kom Bûn
Serok Trump û Netanyahu li Qesra Sipî Kom Bûn

Serok Trump û Netanyahu li Qesra Sipî Kom Bûn

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Qesra Sipî Kom bûn. Trump û xanima wî Ivanka Trump, li Qesra Sipî pêşwazîya Netanyahu û hevjîna wî kirin û piştre civînê destpê kir.

A+A-

Her du rêber piştî civînê di xwarina xebatê de jî kom bûn. Yek ji mijarên sereke yên Trump û Netanyahu, Îran e. Tê texmîn kirin ku her du serok ser astengkirina pêşdaçûna Îranê li Rojhilata Navîn, danûstandin kirine.

Piştî civînê Trump û Netanyahu bi xanimên xwe re wêne û dîmen girtin. Trump di wê kêlîyê de da zanîn ku peywendîya Amerîka û Îsraîlê ji berê pir xurttir bûye.

Trump da zanîn ku Îsraîl bo wî welatekî ‘’pir taybet’’ e û da zanîn ku dibe ku ew di meha Gulanê de tevlî merasîma vekirina Balyozxaneya Amerîka ya li Orşelîmê bibe.

Serok Trump dîyar kir ku ne tenê li Îsraîlê, li piranîya cîhanê biryara wî ya ser Orşelîmê bi awayekî erênî hatiye nirxandin.

‘’Gelek serokan ser vê biryarê nîqaş kirin, dema kempeyna hilbijartinê soz dan lê ji wan ti serokan tiştên ku hewce bûn nekirin’’ Trump got.

Trump herwiha da zanîn ku bo aştîya Îsraîl û Fîlîstînê jî bi awayekî aktif dixebitin û got ku eger Filîstin neye maseyê ewê aştî çênebe.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu pesna biryara Trump ya ser Orşelîmê da û got wî ‘’biryareke wêrek’’ daye.

Netanyahu dîyar kir ku gelek rêberên berê qala paytaxtbûna Orşelîmê kiriye lê li ser soza xwe nesekinîne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.