1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Serokê Baroya Amedê li ser pêvajoyeke nû axivî
Serokê Baroya Amedê li ser pêvajoyeke nû axivî

Serokê Baroya Amedê li ser pêvajoyeke nû axivî

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ji bo çareserkirina ‘pirsa kurd’ bangewazî li hikûmeta Tirkiyê kir û got, ‘Pêwîst e pêvajoyeke nû ya dîyalog û çareserîyê destpê bike.’

A+A-

Ozmen di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Milî Gazeteyê de, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan li bajarên kurdan û berdewama rewşa awarte (OHAL) bi bîr xist û xwest ew rewş bidawî were.

'MESELEYA KURD BI TUNDÎYÊ ÇARESER NABE'

Parêzer Ozmen pêwîstîya destpêkirina pêvayoyeke nû ya çareserîyê anî ziman û wiha peyivî: "Êdî bi awayekî zelal derketîye pêşîya me ku meseleya Kurdan ev sed sal in, bi tundîyê, rêbazên hatine ceribandin û polîtîkayên ewlekarîyê çareser nabe. Lewra dibe ji nû ve ‘pêvajoya çareserîyê' destpê bike, yan jî bi nav û metodeke din dibe. Lê divê veguhere pêvajoyeke nû ya dîyalog û danûstandinê ku li şûna çekan rêbaza muzakere û hevdîtinan tê de hebe." (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.