1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Serokê Tirkmenî êrîşa Kerkûkê şermezar kir: Dixwazin fitnê derxin!
Serokê Tirkmenî êrîşa Kerkûkê şermezar kir: Dixwazin fitnê derxin!

Serokê Tirkmenî êrîşa Kerkûkê şermezar kir: Dixwazin fitnê derxin!

Serokê Bereya Tirkmenên Kerkûkê Erşad Salihî li ser êrîşa ser Pêşmergeyan ku îşev li Kerkûkê bûbû sedema rageşiyê û pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest dabû daxuyanî da.

A+A-

Herwiha Serokê Tevgera Netewperwer a girêdayî heman partiyê Abbas Beyatli jî bûyera li Kerkûkê rû daye şermezar kir.

Erşad Salihî rewşa Kerkûkê wekî rewşeke krîtîk şîrove kir û li ser êrîşa 18ê Îlonê êvarê ku grubeke Tirkmen dema Pêşmerge derbas dibûn êrîşî wan kirine wiha axivî: "Dema ku komek Pêşmergeyên çekdar di ber avahiya Tevgera Tirkmenên Neteweperwer de derbas dibûn êrîşeke çekdarî rû daye. Endamên tevgerê jî bersiv dane û pevçûn derketiye."

'DIXWAZIN FITNÊ LI KERKÛKÊ DERXIN'

Herwiha li gor nûçeya Ajansa Anadolê, Serokê Tevgera Tirkmenên Neteweperwer Abbas Beyatli jî ragihand ku di encama êrîşê de kesekî bi kurdî dipeyive jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Beyatli li ser êrîşê wiha gotiye: "Em êrîşê bi tundî şermezar dikin. Bi çi çalkiyên wiha dixwazin fitnê li Kerkûkê derxin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.