1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Şervanen YPGê herêmeke din rizgar kirin û 14 kîlometroyan nêzî sînorê Iraqê bûn
Şervanen YPGê herêmeke din rizgar kirin û 14 kîlometroyan nêzî sînorê Iraqê bûn

Şervanen YPGê herêmeke din rizgar kirin û 14 kîlometroyan nêzî sînorê Iraqê bûn

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêşengiya Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin di çarçoveya Bagera Cizîrê de gundê Himêdiyê di destê DAIŞê rizgar kirin.

A+A-

Operasyona Bagera Cizîrê ya qonaxa temamkirina gundewarên başûr rojhilatê Hesekê bi pêşveçûna şervanên YPGê û HSDê bi hemû leza xwe didome. Şervanan di xebatên lêgerînê de, li gundê Himêdiyê tuneleke ku dighêje heta bajaroka Dişîşa dîtin.

 

Li gor çavkaniyên herêmî şervanên HSDê ji destpêka operasyonê ve 10 kîlometroyan (km) pêşde çûn û niha 5 km nêzîkî bajaroka Dişîşa (baregeha dawî ya DAIŞ) bûn. Şervanan herî dawî gundê Himêdiyê ji çeteyan rizgar kirin. Bi Operasyona dawî şervan 14 km nêzî sînorê Iraqê bûn.

Piştî rizgarkirinê gund ji bermahiyan hat paqijkirin. Li gor agahiyan milîtanên terorîst ê DAIŞê ji gundê Ebû Hamide derdora gundê Himêdiye û Qerîra topbaran dikin.(

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.