1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Şevê din li Erebîstana Siûdî çi qewimî?
Şevê din li Erebîstana Siûdî çi qewimî?

Şevê din li Erebîstana Siûdî çi qewimî?

Şevê din Erebîstana Siûdî ji aliyê Ensarullaha ku bi ser husiyên Yemenê ve ye rastî moşekên balistik hat. Piştî êrişê Siûdî bi navê operasyona gendeliyê seranserê weşat bi dehan prens û rêvebir binçav kirin.

A+A-

Şevê din Ensarullaha bi ser husiyên Yemênê bi moşekên balistik êrişî balafirxaneya navdewletî ya Xalid a li bajarê Riyadê kir. Li gorî medyaya Siûdî, pergala parastina moşekan a wî welatî moşek şikandine û ziyanê canî pêk nehatiye. Ji aliyê din ve li gorî şêniyên Riyadê dengê teqînên mezin hatiye bihîstin.

 

BI BIRYARA KOMÎSYONA GENDELIYÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Piştî êrişa Ensarullah a li hemberî Erebîstana Siûdî, Qral Selman Bin Ebdullazîz biryarnameyeke qraliyetê weşand û bi tohmeta gendeliyê 11 prens, 4 wezîr û bi dehan wezîr, diplomat û rêvebirên wî welatî hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya El Arabiyê, 11 prens, 4 wezîrên kabîneyê û bi 10 wezîrên berê bi dîrektîfa Serokê Komîsyona Gendeliyê Welîahd Muhammed bin Selman hatin binçavkirin û di nava artêşê de gelek fermandar hatin guherandin. Li gorî agahiyan kesên ku hatine binçavkirin derketina wan a derveyê welat hatiye qedexekirin û komîsyonê dest daniye ser mal û milkê wan.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.