1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Şêwirmendê Davutoglu: Oxir be ji te re Erdogan
Şêwirmendê Davutoglu: Oxir be ji te re Erdogan

Şêwirmendê Davutoglu: Oxir be ji te re Erdogan

Şêwrimendê Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu Atılgan Bayar îro li ser hesabê xwe yê twîtterê ji Erdogan hêrs bû û got “oxir be ji te re AKP, oxir be ji te re Erdogan.”

A+A-

Serokkomar Recep Tayib Erdogan îro li bajarê Qeyseriyê di kongreya jinên AKPê de anî ziman ku: Hin kes hene dibên ‘em ê dengê xwe di serokkomariyê de bidin Erdogan lê em di hilbijartinên parlementoyê de nadin AKPê' yên ku vê dibê jin fitneyê dikin û ev kesana munafiq in.

 

Li ser vê gotina Erdogan Şêwrimendê Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu Atılgan Bayar li hesabê xwe yê twitterê wek ber siv got "min ji bo ku tesira ‘pelîkanciyan' li ser partiyê bişikînim got ez ji Erdogan re dibêm erê lê ji AKpê re dibêm na, min îro dît ku Erdogan ji bo kesên fena min difikirin re dibêje minafiq in.

Bayar di dewamiya gotinên xwe de destnîşan kir ku " min beriyê de gotibû ku ez ji Erdogan re dibêm ‘erê' ji AKPê re dibêm ‘na' piştê Erdogan gotina munafiq bi kar anî, eger ku Erdogan vê gotina xwe îzah neke, ez bawerim ku ez ê bi temamî bibêjim. Oxir be ji te re Erdogan."(sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.