
SILÊMANÎ -Keçên Kifriyê hunera xwe nîşan didin
Keçên Kifriyê hunera xwe nîşan didin
A+A-
Silêmaniyê (Rûdaw) – Biryare roja 15ê Çileya 2017ê, li Hola Emne Sûra Silêmaniyê, pêşangeheke hevbeş a grûba keçên navçeya Kifrî bê vekirin.
Navende Heftreng pêşengiya pêşangeha li Hola Emne Sûre dike û biryare 4 rojan berdewam bike.
Rêveberê Navende Heftreg Bextiyar Seîd ji Rûdawê re ragihand, 32 keçên Kifriyê yên xwendekarên Peymangeha Hunerên Ciwan a Kifrî dê bi 70 tabloyên xwe beşdarê pêşangehê bibin.
Bextiyar Seîd got; “Yekemîn car e ku navenda me kareke wiha dike. Me divê şiyan û berhemên destê van xwendekaran li Silêmaniyê jî bê dîtin.”
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.