1. HABERLER

  2. YAŞAM

  3. ŞIRNEX – Ji ber kanzayên komirê çemê Nêrdûşê reş diherike
ŞIRNEX – Ji ber kanzayên komirê çemê Nêrdûşê reş diherike

ŞIRNEX – Ji ber kanzayên komirê çemê Nêrdûşê reş diherike

Gundî ku av çemê Nêrdûşê ji bo vexwarin, çandinî û ajelên xwe bikar tînin ji ber qirêjbûna ava wî çemî mexdûr in.

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber kanzayên komirê yên li quntara çiyayê Cûdî, çemê Nêrdûş gelek qirêş bûye û metirsiyeke mezin li ser tendirustiya xelkê navçeyê û jîngehê çê bûye.

Li quntara çiyayê Cûdî li Şirnexa Bakurê Kurdistanê gelek kanzayên komirê hene, lê ew kanza ji ber nebûna pişkinîn û tedbîrên pêwîst, ziyaneke mezin digihînin jîngeha navçeyê û ji ber ava qirêj a wan kanzayan çemê Nêrdûşê reş diherike ku ji bo xelkê navçeyê kaniyek bi sûd e.

Gundî ku av çemê Nêrdûşê ji bo vexwarin, çandinî û ajelên xwe bikar tînin ji ber qirêjbûna ava wî çemî mexdûr in.

Herwiha li wê navçeya ku çemê Nêrdûş derbas dibe zeytûn, gwîz, hinar û gelek corên din tên berhemanîn.

Li gor zanyariyan ji Nîsana sala derbasbûyî ve ew ava qirêj a kanzayên komirê dikeve nav ava çemê Nêrdûşê û wê avê jî qirêj dike û bûye metirsiyeke mezin li ser tendirustiya xelkê navçeyê û jîngehê.

Jibilî mexdûriya xelkê navçeyê di serî de masî, ew ajelên di wî çemî de jî zirareke mezin dibînin.

Ew kanzayên li quntara çiyayê Cûdî berî niha gelek caran ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve hatine cezakirin lê tevî vê yekê jî heta niha li wan kanzayan rêkarên pêwîst nehatine wergirtin ku ziyanê negihijînin jîngehê.Huseyîn Kaçmaz, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê, li hejmara xwe ya Twitterê wêneyek çemê Nêrdûşê belav kir û nivîsand, “Ev ava qirêj ku ji kanzayên komirê ên li Cûdî tê herikandin bo nav çemê Nêrdûşê, ne ava komirê lê ranta AKPê ye.”

 

Komîteya Ekolojî ya HDPê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Kanzayên komirê ku bi salan e bêyî ti tedbîrekê qirêjî jê diherike, qada zindî û cotkariyê têk dibin. Ev kanzayên ku bi gelek caran hatine cezakirin çima nayên girtin?”

Aktîvîst û jîngehparêz Ridvan Uysal derbarê mijarê de beşdarî bultena 15.00 ya Rûdaw TVyê bû ku taybet bi Bakurê Kurdistanê û amaje bi wê kir ku xwediyên kanzayên komirê û saziyên din ên peywendîdar derbarê qirêjkirina çemê Nêrdûşê bêdeng in.

 

Ridvan Uysal ku ew jî xelkê Şirnexê ye dibêje, wan berî niha jî ev pirsgirêk gelek caran anîne rojevê “lê çareseriyeke bingehîn ji meselê re nehatiye dîtin û tenê bi hinek cezayên sembolîk li wan kompaniyan hatiye birîn ku dibin sedema qirêjbûna çemê Nêrdûşê.”

Herwiha ew aktîvîst dibêje, “Di kanzayên komirê de ranteke mezin heye. Xwediyên kanzayan peywendiyên bihêz hene. Ji Şirnex heta Enqerê ew pere di navbera xwediyên rantê de tê dabeşkirin. Dad, parêzgarî û wezîrtiya peywendîdar li wan kesanb xwedî derdikevin, lewma çareseriyek nayê dîtin.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.