1. HABERLER

  2. ÖZEL DOSYA

  3. Sîstema nû çi ye û çi guherînên mezin li xwe digire?
Sîstema nû çi ye û çi guherînên mezin li xwe digire?

Sîstema nû çi ye û çi guherînên mezin li xwe digire?

Li Tirkiye êdî serdemeke nû destpê dike. Komara Tirikye piştî damezrandina xwe bi 95 salan, derbasî sîstemeke nû bû. Sîstema serokatiyê ya ku di 16ê Nîsana 2017an de bi giştpirsiyê hatibû erêkirin, li şûna parlementerîzmê bi cî dibe.

A+A-

Xelkê Tirikye di dawîn danîna sindoqan de, bi 52,58ê dengan, Recep Tayyîp Erdogan weke yekemîn serokê vê sîstema nû hilbijart. Niha sîstema rêveberinê ji serî heta binî diguhire. Gelo, ew sîstema nû çi ye û çi guherînên mezin li xwe digire? Werin em bi hev re bibînin.

 

Gava yekê ew e ku bi tercîha nû re, serokwezîrî û lijneya wezîran ji holê radibe. Bînalî Yildirim weke dawîn Serokwezîrê vî welatî, hemû erk û destûrên xwe radestî Erdogan dike.

 

Pênaseya ‘Serokomar’ cihê xwe ji pênaseya ‘Serokdewlet’ re terxan dike.

 

Birêvebirin ku tirk jêre ‘yürütme’(birêvebirin) dibêjin, êdî pêywira serokê dewletê ye.

 

Hejmara parlementeran ji 550yî, bo 600î hate zêdekirin.

 

Di sîstema nû de jî destûra qanûn dananê di destê parlemenê de ye. Lê pesendkirina wê di destê serok de ye. Lê serokdewlet xwedî mafê derxistina biryaranameyan e. Serokê dewletê dikare bi tena serê xwe ‘Rewşa Awarte’ bo 6 mehan ragihîne, pêre jî bo 4 mehan dirêj bike.

 

Tevî ku amadekirina qanûnan di destê parlemenê de ye jî, amadekirina butçe û derxistina qanûnên di warê aborî de di destê serok de ye..

 

Yek ji guherînên ku herî zêde dibû cihê nîqaşan, fesihkirina parlemenê ye. Ji ber kû di sîstema nû de, serok, bêyî ku hincetekî nîşan bide, dikare biryara hilbijartinan bide. Ew jî tê maneya fesihkirina parlemenê.

 

Li gorî sîstema nû, wezîr û cîgirên serok ji kesên derveyî parlemenê têne hilbijartin. Hilbijartina wan û dawî anîna li pêywira wan jî mafê serokomar e.

 

Li aliyê din, wezîfedarkirina dîplomat û rêvebirên payebilind jî, di destê serok de ye.

Li gorî vê guherîna mezin, ji bo guhertina destûra bingehîn jî dengê 400 parlemenan pêwîst e. Berê ew hejmar 367 bû.

 

Encama hilbijartinên 24ê Hezîranê jî di vir de qrîtîk e. AK Partî 295 kursî bidest xistine. MHP jî 49 kursî. Rêjeya Bereya Cûmhûr bi tenê têrî guherîna Destûra Bingehîn nake. Heke ÎYÎ Partî jî lê zêde bibe, dîsan jî têrî nake. Bo guhertina Destûra Bingehîn, pêdivî bi CHP an jî HDP heye.

 

Ji bo ku ew hemû prose di pratîkê de bi cî bibe jî, divê Lijneya Bilind ya Hilbijartinan encamên fermî ragihîne. Piştî wê bi 3 rojan jî serok û parlemen sond dixwin. Piştî sondxwarinê jî di nava 45 rojan de, kabîneya hikumeta nû divê were eşkerekirin.

 

Lijne di 5ê Tîrmehê de encamên xwe radigihîne. Erdogan jî weke yekem serokdewlet, di 8ê Tîrmehê de sond dixwe û pê re jî serdem û guherîna nû dikeve meriyetê.(rudaw)

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.