1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. ‘Sûr dîroka Amedê ye û divê ev dîrok neyê xerakirin'
‘Sûr dîroka Amedê ye û divê ev dîrok neyê xerakirin'

‘Sûr dîroka Amedê ye û divê ev dîrok neyê xerakirin'

Xirakirina xaniyên navçeya Sûrê ya Amedê berdewam dike. Piştî 6 rojan av û ceryan ku hatibûn qutkirin, hatin berdan lê hêj malen bê av û bê ceryan jî hene. Saziyên sivîl ên Amedê biryara avakirina ‘Platforma Ji Xerakirina Sûrê Re Na' dan.

A+A-

Li navçeya Sûrê ya Amedê xerakirina xaniyan li taxên Alîpaşa û Lalebey berdewam dike. Li her du kolanan ceryan û av hatibu qutkirin û piştî 6 rojan îro av û ceryana honek malan hat berdan, lê hinek mal hêj bê av û ceryan in. Baroya Amedê ji bo rewşa welatîyan îro çu Sûrê û bi welatîyan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinan Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî da û xwest ku rayedar daxwazên welatiyên Sûrê bînin cîh. Ozmen diyarkir ku di lêkolinên xwe de dîtine ku xaniyên dîrokî jî têne xera kirin û xwest ku ev yek li gorî peymanên navnetewî bin û got: "Sûr dîroka Amedê ye û divê ev dîrok neyê xerakirin."

SAZIYÊN SIVİL JI BO SÛRÊ CIVİYAN

Saziyên sivîl, partiyên siyasî, parlementer û ekolojîstên li bajêr civîn li dar xistin. Di civînê de hat gotin ku di bin navê "veguherîna bajar" de biryara xirakirina ku tê kirin di civîna MGKê ya di 30ê Cotmeha 2014an de hatiye girtin û bi vî rengî çand û dîroka navçeyê tê tunekirin û armanc jî ev e. Hate gotin ku bi xirakirinê re xizankirina gelê Sûrê, koçberkirin û guhertina demografyayê tê hedefgirtin û di berdewamkirina xirakirinê de ev yek dê li hemû bajaran ku "qedexeya derketina derve" hate îlankirin belav bibe. Ji bilî vê hate gotin ku li şûna "veguherîna bajar" bi "di cih de veguherînê" ve avahî dikarin bê nûkirin û bidin xizmeta gel.

KÊMASIYÊN CHP Û HDPÊ HAT REXNE KIRIN

Di civînê de ji bilî pêşniyarên ku tê kirin kêmasiyên CHP û HDPê yên dîplomasiyê ya ji bo rawestandina xirakirinê jî hate rexnekirin. Di civînê de beşdaran bal kişandin li ser qutkirina avê û bi vî re derketina pirsgirêkên tenduristiyê jî û binpêkirinên mafan ên tên jiyîn hatin vegotin. Di vî mijarê de Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan a Amedê, Odeya Tabîban a Amedê jî hatin rexnekirin. Beşdaran girtina esnafan a derabeyên dikanên xwe jî parvekirin û xwestin Odeya Bazirganî Pîşesazî ya Amedê bikeve nava hewldanan.

"PLATFORMA JI XERAKİRİNA SÛRÊ RE NA" HAT AVAKIRIN

Di civînên de piştî nîqaş û pêşniyarên hatin kirin biryara avakirina Platforma ji Xirakirina Sûrê re Na hat girtin. Rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan, ekolojîst û rûspî yên di platformê de dê cih bigirin ji bo xwe bermameya çalakiyan jî dê diyar bike. Ji bo piştevaniya gelê Sûrê her roj dê saet di 21.00an de lambe bên vemirandin. Her wiha dê starta kampanyayê "Nan û ava xwe bi gelê Sûrê re parve bike", "Her roj nîv saet di tarîtiyê de bimîne" û di saetên fitarê de bi gel re hatine cem hev bidin destpêkirin. (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.