1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Tabelaya tirkî danîn ser nexweşxaneya Efrînê
Tabelaya tirkî danîn ser nexweşxaneya Efrînê

Tabelaya tirkî danîn ser nexweşxaneya Efrînê

Li gor dîmenên li ser medya civakî yên ji nav bajarê Efrînê li ser nexweşxaneyê tabelaya bi tirkî ‘Afrin Hastanesi’ hat danîn.

A+A-

Piştî ku artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê ketibûn nav Efrînê guhertina demografyaya bajêr hatibû rojevê.
Herwiha nûçeyên ku piştî ji neçarî koçberbûna xelkê Efrînê, ereban li nav bajêr bicih dikin hatibûn belavkirin û kiryarên komên çekdar ên Artêşa Azad yên talan û dizî li medya cîhanî jî bûbûn nûçe.

 

Herî dawî li ser hesabekî ji destpêka operasyonê ve piştgiriya artêşa tirk dike dîmenê guhertina tabelaya nexweşxaneya Efrînê hat belavkirin.
Di nivîsa ser twitterê de dibêje: ‘Êdî şiyar bibin tabela cihê xwe distînin. Em wek Tirkiye erda xwe mezin dikin. Herêma ku em bikevinê jê dernakevin'
Di wêne de jî karker tabelaya bi tirkî ‘Afrin Hastahanesi' li ser nexweşxanyê monte dikin.

Etiketler :
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.