1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Termê Necmedîn Kerîm gihîşt Hewlêrê û dê li Pîrmamê bê veşartin
Termê Necmedîn Kerîm gihîşt Hewlêrê û dê li Pîrmamê bê veşartin

Termê Necmedîn Kerîm gihîşt Hewlêrê û dê li Pîrmamê bê veşartin

Termê Necmedîn Kerîm dê li Pîrmamê bi axê bê spartin û paşê li ser wesiyeta wî “dema ku bajarê Kerkûkê tê azadkirin û di jêr emniyet û aramiya Hêzên Pêşmerge de dibe, bi şêweyek daîmî dê bibin bo bajarê Kerkûkê.”

A+A-

Termê siyasetmedarê Kurd û parêzgarê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ji Washingtonê gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî lê dike.

Piştî merasîma pêşwazîkirina termê Parêzgarê Berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, termê Kerîm dê li Pîrmamê bi axê bê spartin.

Roja 31ê meha derbasbûyî, piştî tûşbûna bi celteya mejî, Parêzgarê Berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Amerîkayê koça dawî kir.

Termê Necmedîn Kerîm dê li Pîrmamê bi axê bê spartin û paşê li ser wesiyeta wî “dema ku bajarê Kerkûkê tê azadkirin û di jêr emniyet û aramiya Hêzên Pêşmerge de dibe, bi şêweyek daîmî dê bibin bo bajarê Kerkûkê.”

Necmedîn Kerîm sala 1949an li Kerkûkê ji dayîk bû. Heta xwendina amadeyî li wî bajarî bû û paşê çû Mûsilê û beşa pizîşkê li Koleja Pizîşkê ya Mûsilê xwend. Kerîm sala 1972an jî bû Pêşmerge.

Necmedîn Kerîm sala 1975an Iraq bicî hişt û li Amerîkayê bicih bû û sala 2009an jî vegeriya Kerkûkê û ji sala 2011an ta 2017an parêzgarê Kerkûkê bû.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.