1. HABERLER

  2. SÖYLEŞİ

  3. Tifaqa Îran, Qetar û Tirkiyeyê gelek xortên kurd kuştin
Tifaqa Îran, Qetar û Tirkiyeyê gelek xortên kurd kuştin

Tifaqa Îran, Qetar û Tirkiyeyê gelek xortên kurd kuştin

Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya rojnameyê de ragihand ku hevpeymaniya Îran, Qetar û Tirkiyeyê bûye sedema kuştina gelek civanên kurd.

A+A-

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya fermî ya Erebistana Siûdiyê êriş bire ser Îranê û ragihand ku ti pêwendiyên wan ligel Îranê tine û ew jî weke rêjîma Sûriyê dijayetiya kurdan dike.

Hevserokê PYDê Muslim yekem car e di medyaya Erebistana Siûdiyê de bi berfirehî behsa siyaseta partiya xwe dike. Mislim di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Ji ber hevpeymaniya navbera Qeter, Îran û Tirkiyê ew di nav axa xwe de rastî êrişan hatine û bi hezaran keç û xortên kurd hatine kuştin."

Muslim di dirêjiya hevpeyvîna xwe de ragihand ku li Rojava gelek kesayetî û eşîrên ereb di nava Rêvebiriya Xweser de cih digrin û ev eşîr jî ji aliyê xizmatiyê ve nêzîkî Erebistana Siûdiyê ne û ew şanaziyê jî bi wan dikin.(sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.