Tobe Kirin
Tobe destpêka jîyanê, dermanê dila û pakijiya gunehan e. Tobe, parastina li hember agirê dojehê ye. Tobe, dûrketin ji gunehan û siwarbuna keştîya xelasiyê ye.
Tobe, vegerîna li Rebbê xwe ye. Lewra, Rebbê Alemê di Qur’ana piroz de ji bo me wiha ferman dike: Roja qiyametê, ezabê wan pir pir zêde dibe û di wê de bi rezîlî û riswatî ebedî dimînin. Lê ew yên tobe dikin ne tê de ne, Xwedê gunehên wan bi qencîyan diguherîne. Xwedê xefûr û Rehîm e. 25/69, 70. Dîsa, ayetekê din de Rebbê me wiha ferman dike: Bibêje (xwedê dibêje), gelî evdên min, yên ku ji tixûb derketine! Ji rehmeta xwedê bê hêvî nebin.
Xwedê hemû gunehên we dibexşîne. Lewra, Ew xefûr û Rehîm e. Belê, divê em her dem bi hêvîya bexşandinê ji Rebbê xwe bin. Lê, heta tu di nava wan de bî, Xwedê wan nade ezabkirin û heta îstîxfar ji bikin, Xwedê ezab li wan nake (8/33). Hz. Elî dibêje, di dinyayê de du rêyên xelasbûna ji ezaba Xwedê teala heye; ya yekem, hebuna pêxember e, ya duyem jî, xwestina xefirandin û bexşandinê ye.
Em îro ji pêxember mehrum in, ya dûyem, divê em viya baş bigirin. Resulê Xwedê viha dibêje: “Ez bi Xwedê teala sond dixwim ku di rojekê de ez ji heftê caran zêdetir bexşandinê ji Xwedê teala dixwazim û bal wî ve tobe dikim.
Madem ew resulê xwedê bû û gunehên wî ên paşîn û pêşîn hatibu xefirandin, hê ew kas tobe dikir, divê em evdên gunehkar zêdetir tobe û istîxfarê bikin. Di vê mijarê de Mewlana mînakek gelek bâlkêş dide û dibêje: “Rojekî, merivek li ser rêya gûndîyan dareke sitrîyê danandibu, gel roj bi roj hêvî û lava dikir û digotin: ji kerema xwe, vî ber dest û pîyên me rake, wî jî “iro sibe” digot. Lê, hingî diço, dar xorttir dibu, sitrîyên wî û kurmê wî kok dida, meriv jî kal dibu, taqet nedima. Roja ku xwest ku darê bikêşe, lê ne hêz û ne jî taqet mabu. Belê, wextê guneh kok avête dil û rihê insan, êdî xelasbun û pakijiya wan asteng dibe. Ber vî çendê, pêwiste em bê jimar tobe bikin. Lazime em bi hevra, her dem, dua bikin. Ji Resulê Xwedê dipirsin: “Ya Resulê Xwedê, kîjan dua rewace? Pêxemberê xwedê a.s dibêje: Duayên devên bê guneh tê kirin.
Ma devek bê guneh heye? Resul ê xwedê a.s: Kes nikare bi navê keseke din guneha bike.” Em goman dikin ku Rebbê alemê gunehên me tev bixefirîne û me ji tobewanan binivîse.
Ez hez dikim di vî babetê de çend beytan ji Seyîd Elî Findikî mînak bidim.
Tewbe bikin gelî biran
Ji guneh û zenbên giran
Qet guh nedin mulk û peran
Hem lezzet û malê dine
Lezzet ew e hubba Xudê
Her kî ku bigrê bernedê
Ew dê bighête meqsedê
Gava biçîtin wê dinê
Vê şîretê li guhê xwe kin
Xwe ji axretê mehrûm nekin
Zadê rêya xwe peyda kin
Da hûn nebên weyl li minê
Eger çenda gunehkar im
Nezan û pur ne guhdar im
Ji rehma te xeberdar im
Bi rehma xwe mi dilşa kî
Tu xeffar ê zunûban î
Tu settar ê uyûban î
Tu keşşaf ê kûluban î
Kî ye bê tu efû nakî.
YAZIYA YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.