1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Trump: Em ê di nav 48 saetan de biryarên mezin ji bo Sûriyeyê bidin
Trump: Em ê di nav 48 saetan de biryarên mezin ji bo Sûriyeyê bidin

Trump: Em ê di nav 48 saetan de biryarên mezin ji bo Sûriyeyê bidin

Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ragihand ku têkilîdarî êrîşa çekên kîmyewî ya tê îdîakirin li Dûmaya Sûriyeyê pêk hatiye bi fermandaran re diaxive.

A+A-

Trump got, "Em ê di nava 24-48 saetan de biryareke mezin ji bo Sûriyeyê bidin. Muhtemel e dawiya rojê biryarê bidim."

Trumpî diyar kir ku dê biryara xwe ya têkilîdarî Sûriyeyê zûka bide, muhtemelen berî ku roj bi dawî bibe û li ser pirsyara bê ihtimala destwerdaneke leşkerî heye yan na, got, "hemû bijarte li ser maseyê ne".

 

'HETA DAWIYA ROJÊ EZ Ê BIRYARÊ BIDIM'

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî civîna xwe ya kabîneyê bi rojnamevanan re axivî û îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmaya girêdayî Şama paytextê Sûriyeyê nirxandin.

Trump got, "Em rewşê ji nêzîk ve lêkolîn dikin, bi artêşa me re û bi hemû kesên din re em hevdîtinan dikin û di nav 24-48ên bê de em ê biryarên mezin bidin. Muhtemel e ez ê dawiya rojê biryarê bidim."

Herwiha Trumpî li ser berpirsyarên êrîşên kîmyewî yên îdîakirî got, "Rûsya ye, Sûriye ye, Îran e yan jî hemû bi hev re ne? Em ê vê derxînin".

 

Dûma

© SPUTNIK/ MIKHAIL VOSKRESENSKY

Ji Dûmayê 1000 heb çekdarên Feylak el Rehman tehliye bûn

Trumpî teqez kir ku "hemû bijarte li ser maseyê ne" û got ku "ev meseleyeke têkilîdarî mirovatiyê ye û nabe destûra wê were dayîn."

 

'DÊ ENCAMÊN WÊ HEBIN'

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku "ev nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku danûstandina digel hevpeymanan berdewam dike û destnîşan kir, "Ev nayên qebûlkirin, dê encamên vê kiryarê hebin."

AMERÎKAYÊ HÎN TI DELÎLEK PÊŞKEŞ NEKIRIYE

 

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Spûtnîkê re îdia kir, êrîşa kîmyewî ya Dûmayê ku di wêne û vîdyoyên medya civakî de tê xuyakirin, bi madeyeke kîmyewî ya cureyeke gaza sînîrê re li hev dikin, lê ti delîlek jî nehatiye pêşkeşkirin.(sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.