1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!
Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!

Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ku xelkê Îranê birçiyê xwarin û azadiyê ne û niha li wî welatî dema guhertinê ye.

A+A-

Donald Trump li ser hesaba xwe ya Twitterê di derbarbarê xwepêşandanên Îranê de diyar kir, ku Îran di hemû waran de şikestxwariye, tenê "di rêkevtina xirab de" nîne ku rêveberiya Obama li gel wan wê rêkevtinê kiribû.

 

Trump herwiha dibêje, ku "xelkê Îranê bû çendîn sal têne çewisandin, ew birçiyê xwarin û azadiyê ne. Bi şêweya mafên mirovan, serweta Îranê jî tê talankirin. Niha dema guhertinê ye".

 

Beriya niha jî Donald Trump li ser Twitterê piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên Îranê ragihandibû û gotibû, ku “hemû xelkê Îranê guhertin dixwazin, serkirdeyên wî welatî jî ji xelkê xwe gelek ditirsin”.

 

Amerîka, Brîtanya û Kanada piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên Îranê nîşan dan û ji rayedarên wî welatî daxwaz kirin, ku rêz li xwestekên xelkê bigrin.

 

Di destpêka xwepêşandanan de, Amerîkayê ji aliyê hikûmeta Îranê ve desteserkirina xwepêşanderan şermezar kir û ragihand, ku Waşington çavdêriya wan raportan dike, ku behsa xwepêşandanên aştiyane yên li bajarên Îranê dike.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ragihandibû, ku “rayedarên Îranê, welatekî dewlemend û xwedî dîrok û çanda dewlemend, kirine welatekî wêran”.

 

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert diyar kiribû, ku Waşington desteserkirina xwepêşandanan bi tundî şermezar dike û ji hemû welatên cîhanê daxwaz dike ku ji bo bidestxistina mafên bingehîn û bidawîanîna gendeliyê, bi awayekî aşkere piştgiriya xelkê Îranê û daxwazên wan bikin.

 

Heather Nauert diyar kiribû, ku roja 14ê Hezîranê 2017an Wezîrê Derve yê Amerîkayê li Kongrêsê piştgiriya xwe ji bo wan aliyên li nav Îranê nîşan daye, ku dikarin ji bo guhertinên aştiyane yên hikûmetê, rê vekin û niha jî Wezîrê Derve piştgirî dide xelkê Îranê. (rudaw)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.