1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Trump: Rêkeftina atomî ya bi Îranê re karesat e
Trump: Rêkeftina atomî ya bi Îranê re karesat e

Trump: Rêkeftina atomî ya bi Îranê re karesat e

Serokê Amerîkayê Donald Trump dema pêşwazîkirina Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Spî, rêkeftina atomî ya Îranê weke "karesat" bi nav kir

A+A-

û ragihand: “Rêkeftin ji bo hemû cîhanê bûye arîşe.” Macron jî diyar kir ku bi awayekî eşkere hejmûna Îranê li ser herêmê dibînin û rêkeftinê weke giring bi nav kir.

Donald Trump roja sêşemê 24-04-2018an li Koşka Spî pêşwazî li Serokê Fransayê Emmanuel Macron kir û bi hev re civîneke çapemeniyê pêk anîn û behsa Îran û Rojhilata Navîn kirin.

 

Trump diyar kir: “Ne giring e em ber bi ku derê diçin, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn, Îran li paş hemû wan pirsgirêkan e ku li Yemen û Sûriyê hene. Ne giring e pirsgirêk li ku derê ye, Îran li pişt e. Mixabin Rûsya jî her ku diçe tevlî wê dibe, lê wisa derdikeve ku Îran li paş her tişt û pirsgirêkan e, tenê lê temaşe bikin ku çi qewimiye, dibînin çekdarên Îranê li wir hene. Em rê nadin hin tişt biqewimin.”

 

Donald Trump behsa rêkeftina atomî ya Îran û welatên 5+1 jî kir ku sala di 2015an de di serdema îdareya Barack Obama de hatibû îmzekirin û got: “Rêkeftina Îranê karesat e. Ceribandina mûşekan, ew mûşekên balîstîk diceribînin. Ev çi rêkeftinek e ku rê bi ceribandina wan mûşekan dide, ev çi rêkeftinek e ku tu li ser Yemenê napeyivî, tu li ser hemû wan pirsgirêkên din naaxivî ku peywendiya wan bi Îranê re heye, bi taybetî eger em li wê yekê binêrin ku çi li Iraqê dikin. Eger em binêrin hemû van tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin, Îran li paş wan e, lewma ev çi cure rêkeftin e?”

 

Her çi qas Emmanuel Macron ragihand ku bi awayekî eşkere hejmûna Îranê li ser herêmê dibînin, lê rêkeftina atomî ji bo asayişa herêmê weke giring bi nav kir.

 

Macron herwiha diyar kir ku pêwîst e li gor rewşa herêmê li vê mijarê binêrin û got: “Niha li Sûriyê rewşek heye, herwiha rewşa hemû herêmê aloz e, di vê rewşê de armanceke me ya hevbeş heye, ew jî ew ku ji aloztirbûna rewş û belavbûna çekên atomî li herêmê dûr bikevin. Ji ber vê yekê pirsyar ev e: Rêya rast kîjan e?”

 

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka gefa wê yekê dike ku eger guhertinên li gorî wî welatî di rêkevtina atomî ya li gel Îranê de neyê kirin, dê ji rêkeftinê derkeve.

 

Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa wê yekê kiriye, ku ew êdî belgeya talûqeya dorpêçên atomî yên Îranê îmza nake, ku dema wê kêm maye.

 

Almanya, Fransa û Brîtanya li dijî derketina Amerîka ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re ne û hewl didin, ku Donald Trump razî bikin, ku rêkeftinê biparêze.

 

Îranê ragihandiye ku derbarê rêkeftina atomî û bernameya xwe ya mûşekî de li gel ti welatekî danûstandinê nake. Herwiha Îranê gefa wê yekê kiriye, ku eger Amerîka ji rêkeftinê derkeve, ew dê santrîfiyojên xwe yên atomî bixin kar û dê demildest dest bi pîtandina uraniyuma bîst ji sedê bikin, ku ji ber rêkeftina li gel welatên grûpa 5+1 rawestandiye.

 

Rêkeftina atomî ya navbera Îran û welatên grûpa 5+1 di sala 2015ê de û di serdema serokatiya Barack Obama de hat îmzakirin. Di çarçoveya wê rêkeftinê de, ceza û dorpêçên li ser Îranê hatin kêmkirin û Îranê jî qebûl kir, ku hin çalakiyên xwe yên bernameya atomiya xwe rawestîne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.