1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Wehşeta Milîsên heşdî şeibî
Wehşeta Milîsên heşdî şeibî

Wehşeta Milîsên heşdî şeibî

Girte videoya rêveberê milîsên heşdî şeibî Ebu Izraîl belav bû, ku di wê videoyê de karek dûr li mafê mirov û dervey mirovahiyê li hember kuştiyeke DAIŞê pêktîne û agir berdide rih û rûyê wî.

A+A-

Belavbûna vê girte videoya nû piştî belavbûna raporta kovara Der Spiegelê ya Almanî tê, ku ji aliyê rojnamevaneke kurd ve bi belge hatibû belav kirin û binpêkirinên milîsên heşdî şeibî û hêzên Iraqê yên li hember mafê mirovan radixe berçava.

Hêzên heşdî şeibî gelek caran karên dervey mirovahiyê pêkanîn û ev yek di bin navê şerê dijî DAIŞê de gelek caran bi girte videoyan derketin holê û ew yek bi serbilindî pêktanîn.

Di girte videoya nû da kesê berpirsê milîsên heşdî şeibî yê bi navê Eyûb an jî bi navê xwe yê din ve Ebu Izraîl agir berdide rih û rûyê kuştiyeke DAIŞê û dibêje: ‘’Kes bila rexneyan neke, ev ne sunneyê Iraqê ye, biyaniye û ji Efxanîstanê ve hatiye.’’

Ji ber girte video pir bi awayek ne mirovaneye em (BasNews) nikarin vê girte videoyê bi weşînin û ji ber vê jî em lêborîn dixwazin. (basnews)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.