WELATÊ ME
Welatê ser erdnîgariya dinê bê nav, bê dewlet, bê xwedî û bê xwedan. Welatê bê tifaq, bê dost û bindest.
Welatê me... Welatê dûr, bi reşe şînan pêçayî, bi lorîna pîrejinan dinalî... Welatê ku bû xewn, bû x
eyal, bû rêz, evîn, bû sî sir, welatê ku her welatê me ye.
Birînên me yê xeddar, stranên me yê zîz, hêviyên me yê çilmisî, tava me ya girtî, ava me yamiçiqî, nêrîna me ya şikestî, welatê me yê têkçûyî.
Çavên me şil, mêjû yên me aloz, dilê me liyane. Belê, pêşiyan gotine, “tu car bi girî, ji goristanê ranabin mirî.”
Gelo çare çiye?
Yekem divê em her çar parçe Kurdistanê warê berjewendî û netewetiyêde wek hev bifikirin û di nav xwe de yekitiyê pêk bînin.
Me viya baş tecrube kir ku tu hêzên mezin û yên herêmî, ji bo me re dost nîn in, bes her kesek ji bo berjewendi yen xwe difikirin, divê em demek nêz de bi lez ji vî xewê hişyar bin, dev dorê xwe baş mêyze kin, axa mirinê, ser xwe de rakin.
Rizgariya me, bê ferq û cudahî parastina berjewendîyên her çar parçê Kurdistanê de ye. Divê em ji nîha pê de, nasnameya xwe, zimanê xwe, dîroka xwe, paşeroj û pêşeroj û dema xwe baş bizanin.
Ji piştî vî gavê divê gelê Kurd ji bo berjewendiyên gelê xwe kar û xebatê dikin, dev ji bo berjewendî ya hêzên mezin şer kirinê berdin, bo azadiya gelê xwe şer û xebatê bikin.
Helbestvanê mezin Ehmedê Xanî di helbesteke xwe de dibêje;
Ez mame di hikmeta xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya çi wechê mane mehrum
Bil cûmle bo çi bûne mehkom.
Hew qas berdil dayî, kom kujî serî de hatî, koçber boyî, bindest û neçar mayî hêj eqlê netewetî û eqlê dewletê çênebuyî, hêj hişmendî pêknehatî? Ser rûyê erdê mînakek boy me Kurda nîn e...
Di gel vî qasê, bê hêvî nebin, lewra bê hêvitî bê baweriye. Ev bextê reş qedera me nîn e! Çare xwendin, destê hev girtin û yekitiyê de ye. Feqî bi vî demê re diaxive û vaha dibêje;
Karê zordestê mîra
Xirabe halê me feqîra
Kes guh nade jar û sefîla
Ê bên rojek rojên amîndar
Ê hişyar bin sefîl û jar
Ê qal kin pêşiya mîrên xeddar
Ê textê we bikin wêran
Hûn bizanin mîrên xeddar
Ez ê ji dinê herim yekcar
Werin em nivîsa xwe axîna melayê batê bi dawî bînin
Ya rebbena qadir tu yî
Ez dê ji kî gazinde kem
Derdê dilan derman tu yî
Ez dê ji kê gazinde kem
Te ĥey kirin ev rûh û can
Derd û bela her êş û jan
Nalîn ji min çûn asiman
Ez dê ji kê gazinde kem
Nalîn ji min çûne felek
Aciz dibûn îns û melek
Ey rahimê rehma gelek
Ez dê ji kê gazinde kem
Ey Rahimê rehma qedîm
Hem da îm û Heqq û Elîm
Cumleyê derdan tuy hekîm
Ez dê ji kê gazinde kem
YAZIYA YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.