1. HABERLER

  2. ÖZEL DOSYA

  3. Welatê termên nenas: Iraq
Welatê termên nenas: Iraq

Welatê termên nenas: Iraq

Hêj bi sed hezaran term di gorên komî de ne, bi hezaran term jî, ku ji nav goran hatine derxistin nayên nasîn.

A+A-

Parçeyên ku ji laşên qurbaniyan têne dîtin, bi awayekî hûrgilî têne lêkolînkirin daku nasnameyên wan werin diyarkirin û hinek be jî birînên xizmên qurbaniyan bicebirînin.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî raportek amade kiriye û dibêje, li welatekî ku bi deh hezaran qurbaniyên wî yên bi awayekî zindî hatine binaxirin hene, tenê 25 kesên ku di warê derxistina terman de rahênan kirine hene, herwiha li taqîgehên wî yên destnîşankirina DNA cih tine ye ku termên zêdetir werbigrin.

 

Karmendê morga Bexdayê Elî Hîşam ji rojnameyê re diyar kiriye: “Hinek caran em nikarin ti termek werbigrin, çimku cihê me nemaye ku em daynin.”

 

Hinek xebatkarên derxistina terman, ji ber serederiya bi termên kevn, tûşî nexweşiyên laşî bûne û hinek jî derûniya wan xerab bûye.

 

Dîtina terman, pirsgirêkeke din a hikûmeta Iraqê ye. Hejmareke mezin ji wan terman di nav çalên kûr û metirsîdar de ne, ji ber vê yekê jî derxistina terman dijwar e. Yek ji wan çalên sirûştî li başûrê Mûsilê ye ku navê wê Xefse ye, wisa tê texmînkirin ku DAIŞê bi sedan term avêtine nav wê çalê. Li hinek deveran gorên komî li wan deran in ku DAIŞ weke metirsiyekê razayî ye, li hinek cihên ku term têde hene jî îhtîmal heye bombe hatibin vedan û nehatibin paqijkirin.

 

Pispor dibêjin ku rakirina gorên komî û destnîşankirina nasnameyên qurbaniyan beşa sereke ya cebirandina birîna çend salên şer e.

 

Berdevkê Komîsyona Kesên Windabûyî ya Navdewletî (ICMP) Kevin Sullivan ji The Wall Street Journal re eşkere kiriye ku eger hejmareke mezin xelk hebe ku ti hîsaba wan nehatibe kirin, nabe li benda îstiqrarê bimînin, çimku li gelek welatan kesên windabûyî rêgir bûne ji bo wê yekê ku di qonaxa piştî şer de çareseriyek were danîn.

 

Li ber destê hikûmeta Iraqê heta niha jî hejmareke bi hûrgilî li ser kesên windabûyî tine ye. Li gor amarên ICMP beriya êrişên DAIŞê, hejmara kesên windabûyî yên Iraqê di navbera 250 hezar heta milyonek bû, ku piraniya wan di serdema rejîma Beisê de winda bûbûn.

 

Li Iraqê 300 gorên komî hatine dîtin

 

Heta niha li Iraqê 300 gorên komî hatine dîtin ku dîroka hinek ji wan vedigere beriya êrişên DAIŞê.

 

Li gor gotina Berpirsa Saziya Şehîdên Iraqê Nacîhe Şemmerî, du li ser sê ji wan goran bi komî hatine rakirin û termê 5 hezar kes  têde hebûn. Şemmerî amaje bi wê yekê kiriye ku “çaverê dikin termên zêdetir bibînin”.

 

Nasîna nasnameya terman bi paşmayiyên hestiyên terman, ne karekî aloz e, lê belê tiştê ku vî karî ji bo hikûmeta Iraqê dijwar dike ew e ku hestiyên miriyan di nav gorên komî de tevlihev bûne. Ji ber vê yekê jî cudakirina terman û diyarkirina nasnameya termên li nav goreke komî, çend meh divê. Hinek pispor hişyarî didin ku temamkirina pêvajoyê dibe bi salan berdewam be.

 

Berpirsê Morga Bexdayê Ziyad Yûsif ji rojnameya The Wall Street re diyar kiriye: “Em qala gelek terman dikin, çavkaniyên me yên li ber destên me jî ew qas sînordar in ku rê nadin di heman demê de li ser hemû dosyeyan bixebitin.”

 

Karê tîmên Ziyad Yûsif, ne tenê dîtina term û hestiyên miriyan e, herwiha divê pêşî databeysek çêkin ku têde zanyarî û hûrgiliyên biyolojiya hemû miriyan werin danîn, herwiha divê nimûneyên DNA yên wan kesan werbigrin ku behsa windabûna xizmên xwe dikin.

 

Hemû ev pêvajo dem û stafeke mezin dixwaze, ji ber vê yekê serperiştyarê rakirina gorên bi komî Ziya Kerîm dibêje: “Dem di qezenca me de nîne, çimku çi qas wext derbas dibe, karê me jî girantir dibe.”

 

Iraq yek ji wan welatan e ku xwedî zêdetirîn kesên windabûyî û termên nenas e. Piştî bîst sal ji xilasbûna şerê heş salan ê navbera Îran û Iraqê, heta niha jî gorên bi komî yên leşkerên Iraq û Îranê têne dîtin. Di van demên dawî de, di goreke komî de paşmayiyên 85 Îranî û 10 Iraqî hatin dîtin. Ji salekê kêmtir piştî rûxandina xelafeta DAIŞê li Iraqê, çarenûsa bi deh hezaran termên di nav gorên bi komî de bi nediyarî mane. Di rewşa aborî û ewlehî ya niha ya Iraqê de jî nayê çaverêkirin ku hikûmeta Iraqê karekî ew qas mezin ji bo dîtin û nasîna hemû terman û rakirina rûpeleke nû bike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.