1. HABERLER

  2. EĞİTİM

  3. Wezareta Tendirustiyê dema destpêkirina perwerdehiyê dinirxîne
Wezareta Tendirustiyê dema destpêkirina perwerdehiyê dinirxîne

Wezareta Tendirustiyê dema destpêkirina perwerdehiyê dinirxîne

Li ser destpêkirina pêvajoya perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê, Wezareta Tendirustiyê di civîna dahatû de rewşa tendirustiyê dê binirxîne.

A+A-
 

Li ser destpêkirina pêvajoya perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê, Wezareta Tendirustiyê di civîna dahatû de rewşa tendirustiyê dê binirxîne. Piştî nirxandina rewşa vîrûsa koronayê (Covid-19) li parêzgehên Herêmê, raporta xwe dê arasteyî Encûmena Wezîran bike.

Dr. Xalis Qadir, Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Tendirustiyê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Heta niha Wezareta Tendirustiyê ti rasparde û biryarek derbarê rewşa niha û destpêkirina perwerdehiyê de neşandine. Ev mijar dê di civîna dahatû ya Encûmena Wezaretê de were gotûbêjkirin. Rewşa korona û tendirustiyê li Herêma Kurdistanê derbarê dema destpêkirina perwerdehiyê de were nirxandin. Herwiha emê mekanîzmaya destpêkirina perwerdehiyê jî gotûbêj bikin.”

Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Tendirustiyê eşkere kir: “Divê em vê yekê jî bînin ber çavan ku rewşa koronayê li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê yek nîne. Weke em dizanin niha li Duhokê rêjeya pêketinê zêdetir e û Hewlêr baştir e, li Silêmaniyê jî hê haletên nû têne tomarkirin. Ev ji me re dibêjin ku hê jî rewş nehatiye kontrolkirin, loma ji bo destpêkirina perwerdehiyê şêwreke zêdetir hewce dike, bi taybetî jî şêwra rêveberiyên tendirustiyê divê biryareke rast were dayîn, da ku pêvajoya perwedehiyê nebe zêdebûna hejmara pêketiyan.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.