
Wikipedia: Piştgiriya me wê dewam bike
Dewleta Tirk weşana Wikipedia li Tirkiyê asteng kir.
Wikipedia ansîklopedîya herî mezin a înternetê ye. Çima ku di Wîkîpedîa de li dijî Tirkiyê hinek agahda rî hebûn, rayedarên Tirkiyê rê li ber Wîkîpedîayê girt û li Tirkiyê weşana wê asteng kir. Astengkirina weşana Wîkîpedîayê helbet di awira gelemperî ya cîhanê de bû cîhê rexne û şermezarîyan.
Astengkirina weşana Wîkîpedîayê carek din helwesta dewleta Tirk a li dijî weşan û çapemenîya azad raxist ber çavan. Ji ber vê helwestê jî, gunehû sûcên Tirkiyê di rapor û dosyayên navnetewî de girantir bûn.
Di vê derbarê de damezrênerê Wîkîpedîayê Jîmmy Wales peyamek weşand û piştgirî da gelên Tirkiyê. Jîmmy Wales di peyama xwe de got ku „ezê her demê li kêleka we û bi we re bim“.
Peyam û piştgirîya damezrênerê Wîkîpedîa Jîmmy Wales, wek helwestek li dijî siyaseta dewleta Tirk û serokê wê Erdogan hat nirxandin. (peyamakurd)
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.