1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Xelkê Rojava îro diçe ser sindoqan
Xelkê Rojava îro diçe ser sindoqan

Xelkê Rojava îro diçe ser sindoqan

Îro xelkê Rojava wê yekemîn car bi azadî here ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Hemû lîsteyên hilbijartina soz dane berbijêrin xwe ku jiyana wan geş û xweştir bikin.

A+A-

Namzedên encumenên xwecihî daxwaza beşdarbûna berfireh a xelkê di proseya dengdanê de dikin. Welatî jî hêvî dikin ku kandîdên serkevtî sozên xwe yên di dema kampanyeyan hilbijartinan de bicih bînin û karekî ji bo xweşkirina jiyana wan bikin.

 

Dema diyarkirî ya ji bo propaganda û bangeşeyên hilbijartinan jî demjimêrên destpêkê yên roja Pênşemiyê 30ê Mijdarê bi dawî hat. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve dê ji demjimêrrên sere sibê ve berê xwe bidin sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin. Hêvî û daxwazên gel jî hene ku çare ji pirsgirêk û kêşeyên wan re bêne dîtin.

Her lîstekê jî soz dane dengderên xwe ku alîkariya welatiyan bikin ji bo ku rewşa jiyana wan xweştir bibe. Beşek ji welatiyan hêviyên xwe nîşan didin ku ev hilbijartin xwestek û daxwazên wan bicih bîne, û ew dixwazin ku kandîdên serkevtî li gorî hêvî û baweriya dengderên xwe bin. (sputnik)

Etiketler : ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.