1. HABERLER

  2. YAŞAM

  3. Xelkê Sûra Amedê daxwaza mal û milkê xwe dikin
Xelkê Sûra Amedê daxwaza mal û milkê xwe dikin

Xelkê Sûra Amedê daxwaza mal û milkê xwe dikin

Sûrê ev 5 sal in hê jî qedexe ye. Xaniyê wî ji aliyê Wezareta Bajarvaniyê ve hatiye desteserkirin. Ji ber vê yekê her roj derdikeve ser bircên Amedê û ji dûrî ve li taxa xwe û xaniyê xwe temaşe dike.

A+A-

Wezareta Bajarvaniyê ya Tirkiyê ev 5 sal in ku hêj mal û milkê hezar û 200 kesên ku ji Sûrê koçber bûne nedaye wan. Zirarmendên Sûrê ji bo ku dengê xwe bigihînin Serokomarê Tirkiyê li ber nûnertiya Amedê ya Wezareta Bajêrvaniyê çalakiyek li dar xist û daxwaza mal û milkên xwe kirin.

Koçero Topdemîr jî yek ji wan kesan e ku li hemberî van pêkanînan nerazî ye. Ew hem mixtarê Taxa Cemal Yilmaz e û hem jî zirarmendê Sûrê ye. Bi taxa wî re çûn û hatina 6 taxên li Sûrê ev 5 sal in hê jî qedexe ye. Xaniyê wî ji aliyê Wezareta Bajarvaniyê ve hatiye desteserkirin. Ji ber vê yekê her roj derdikeve ser bircên Amedê û ji dûrî ve li taxa xwe û xaniyê xwe temaşe dike.

Koçero Topdemîr, Mixtarê Taxa Cemal Yilmaz a Sûrê dibêje, “Xaniyê min hinek zirar dîtiye lê xira nebûye. Xaniyê min hem dîrokî û hem jî tescîlkirî ye. Xaniyê me ne dihêlin em çêkin, ne ew çêdikin û ne jî didin me. Milet hemû koçber bûne. Di nava 5 salan de hêj 500 xanî çênekirine. Ji ber vê yekê milet mexdûr e, milet di kirê de ye, milet perîşan e.”

Bi qasî hezar û 200 rûniştvanên Sûrê ku xaniyên wan hatine desteserkirin heta niha ne ji TOKIyê xanî standine, ne pereyê xaniyên xwe yên xirakirî standine û ne jî xaniyên xwe yên berê wergirtine.

Platforma Zirarmendên Sûrê ku ji van kesan pêk tê li ber Nûnertiya Wezareta Bajarvaniyê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist. Lê polîsan nehişt çalakî bi demdirêjî berdewam dike.

Mehmet Kaya, Berdevkê Endamê Platforma Zirarmendên Sûrê jî ban li Serokomarê Tirkiyê dike û dibêje, “Ez bang li serokomarê me dikim. Hat li ber Mizgefta Mezin soz da me. Niha Wezareta Bajêrvaniyê dibêje Enqere mal û milkê we nade we. Em jê bawer nakin. Ma Enqere dê çi bike mal û milkên me? Ew malên me difiroşin xelkê. Pêşkêşî dewlemendan dikin. Serokê min dengê me bibihîze, kulliye dengê me bibihîze.”

Zirarmendên Sûrê dibêjin ew 5 sal in ji cih û warên xwe koçber bûne û heta niha jî tu çareseriyeke bingehîn ji wan re nehatiye peydakirin. Ew desteserkirina malê xwe weke diziyê bi nav dikin.

Zirarmendeke Sûrê dibêje, “Ev pênc salên me ye me dixapînin. Her carê gazî me dikin dibêjin werin em ê xaniyê we bidin we. Dîsa bang li me kirin îcar dibêjin em xanî nadin we.”

Zirarmendê Sûrê yê bi navê Mihemed Nezîr diyar dike, “Xaniyê me ji me digrin didin zengînin. Didin zengînên Sûrê.”

Zirarmendê Sûrê yê bi navê Erkan Şenol jî dibêje, “Bila malên me bidin. Wezareta bajêrvaniyê malê me xesp dike, bi zorê ji me digre. Dibêje yan were îmze bavêje yan pereyê xwe bigre yan jî malê we tune ye. Ma tiştekî wisa dibe?”

Zirarmendek din jî dibêje, “Ez ji bo xaniyê xwe hatime. Ne xaniyê me dide me ne kiriya me dide.”

Li gorî destûra Tirkiyê dewlet ku derê bixwaze dikare desteser bike. Tu zirarmendek nikare mal û milkê xwe yê desteserkirî bi riya dadgehê li xwe vegerîne. Tenê dikare li hemberî nirxê ku bo wan hatiye diyarkirin  îtiraz bike û pereyek zêdetir bixwaze.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.