1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Yekîtiya Ewropayê: Em dê li gel hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bikin
Yekîtiya Ewropayê: Em dê li gel hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bikin

Yekîtiya Ewropayê: Em dê li gel hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bikin

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku hilbijartinê derfetek pêk anî, ku xelk mafên xwe yên demokratîk bikar bîne û ew dê li gel hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bikin.

A+A-

Piştî birêveçûna proseya hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku ew dê li gel hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bikin û piştevaniya wê dikin.

 

Yekîtiya Ewropayê desnîşan kir, ku vê hilbijartinê derfetek pêk anî, ku xelk mafên xwe yên demokratîk bikar bîne.

 

Yekîtiyê di daxuyaniyê de got, ya girîng ew e, ku hilbijartin bi şêweyekî rêkxistinî û aştiyane birêve çûbe û pêwîste encamên hilbijartinê ji aliyê hemû partiyan ve were pesendkirin.

 

YE da xuyakirin, ku ew wek hevbeş û piştevanekî bihêz ê Iraqê, li Herêma Kurdistanê dimîne û dê li gel hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.