1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. YNK: Heşda Şebî ji Kerkûkê vedikişe
YNK: Heşda Şebî ji Kerkûkê vedikişe

YNK: Heşda Şebî ji Kerkûkê vedikişe

Berpirsyarê Yekîtiya Niştimanî li Kerkûkê Aso Mamendî ragihand ku milîsên Heşda Şebî dê sibê ji Kerkûkê vekişin. Mamendî eşkerekir ku şeva din li Kerkûkê bûye û rewşa bajêr jî niha aram e.

A+A-

Berpirsyarê Yekîtiya Niştimanî (YNK) li Kerkûkê Aso Mamendî eşkere kir ku milîsên Heşda Şebî dê sibê ji Kerkûkê vekişin. Mamendî parast ku Walîtiya Kerkûkê mafê wî ye û dê Meclîsa Bajêr a Kerkûkê bicive û waliyekî din tayin bike.

 

‘REWŞA KERKÛKÊ ARAM E'

Li gorî nûçeya Rûdawê Mamendî civîna çapameniyê li dar xistiye û eşkere kiriye ku şeva din li Kerkûkê bûye û rewşa bajêr jî niha aram e û gel vegeriya ye malen xwe.

Mamendî agihand ku meqamê walîtiya Kerkûkê pişka me ye û em dê di demeke nêzîk de alternatîvekî bikin namzet. Li Kerkûkê hin maf hatin binpêkirin û got: "Hin komên diz ên Heşda Şebî malen kurdan talan kirin, lê niha rewş aram e û gel vedigerin malen xwe."

‘EGER EM VENEKIŞIYAN DÊ BI HEZARAN PÊŞMERGE BIHATIN KUŞTIN'

Mamendî da zanîn ku eger ji Kerkûkê venekişiyan dê bi hezaran pêşmerge bihatan kuştin û wiha pê de çû:

"Gotin eger referandûm pêk were, Kerkûk dikeve xetereyê. Piştre jî êriş li Kerkûkê pêk hat, şerên dijwar qewimîn, lê hêzan li dij derneketin. Bijarteya herî baş vekişîn bû, lewre em venekişiyana dê bi hezaran pêşmerge bihatina kuştin." (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.