1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. YNK: Ji sedî 93ê yê dengên Kerkûkê heman encamên berê ne
YNK: Ji sedî 93ê yê dengên Kerkûkê heman encamên berê ne

YNK: Ji sedî 93ê yê dengên Kerkûkê heman encamên berê ne

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê Mele Bextiyar ragihand, ku di encama bi dest hejmartina dengên Kerkûkê de derketiye ku ji sedî 93yê dengan heman encamên berê ne ku Komîsyona Hilbijartinan ragihandibû.

A+A-

Mele Bextiyar piştî hevdîtina li gel şanda Hevpeymaniya Fetih û Dewleta Yasa ya Iraqê di civîneke çapemeniyê de axivî û got: “Ez hêvîdar im hikûmeta nû ya Iraqê waneyan ji pirsgirêkên berê werbigre da ku neyên dubarekirin û hemû bendên destûrê werin cîbicîkirin.”

 

Mele Bextiyar amaje bi wê yekê kir, ku YNK û PDK bi hev re bi yek pakêtê diçin Bexdayê û diyar kir, ku guftûgoya li gel şanda hevbeş a Hevpeymaniya Fetih û Dewleta Yasa giring e, ku ew kûtleya herî mezin ê parlamentoyê ne ji bo pêkanîna hikûmetê.  

 

Serokêşanda Hevpeymaniya Fetih Ehmed Esedî jî di civîna çapemeniyê de ragihand, ku hevdîtinên wan berhemdar bûye û di hevdîtinê de behsa pêkanîna kûtleya herî mezin a parlamentoyê kirine.

Esedî da zanîn, ku mijareke din ê hevdîtina wan çareserkirina pirsgirêkên gelê Herêma Kurdistanê, navçeyên naverast û başûrê Iraqê bûye.

 

Serokê şanda Dewleta Yasa Hesen Sinêd jî got, ku nêrîna wan nêzîkî hev bûye û da xuyakirin, ku pêwîste hemû alî berpirsiyariya vê qonaxê bigrin stûyê xwe û hikûmeteke nîştîmanî pêk bihînin.

 

Sinêd got: “Mafê ti aliyekî nîne vetoyê li ser aliyeke din bike.”

 

Ji ber gilehiyên li ser hinek sindoqên dengdanê yên hilbijartinê li Kerkûk û çend parêzgehên din, Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinan sererast kir û biryar da hemû deng bi dest bên hejmartin, lê Dadgeha Federalî ew yek red kir û biryar da tenê dengên wan sindoqan bên hejmartin ku gilehî li ser wan hene.

 

Hêjayê gotinê ye, ku Encûmena Komîsyarên Komisyona Bilin a Hilbijartinan a Iraqê duh ragihand ku li Kerkûkê cudakirina dengên hilbijartina Parlamentoya Iraqê ya bi destan bidawî bûye û nûnerên hemû pêkhate û partiyan beşdarî proseyê bûne.

 

Encûmena Komîsyaran herwiha da zanîn ku cudakirina dengan di jêr çavdêriya nûnerê Neteweyên Yekbûyî de hatiye kirin.

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.