1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. YPG: Bi alîkariya Rûsya û hevpeymanê me Dêra Zor kontrol kir
YPG: Bi alîkariya Rûsya û hevpeymanê me Dêra Zor kontrol kir

YPG: Bi alîkariya Rûsya û hevpeymanê me Dêra Zor kontrol kir

YPGê jibo Dêra Zorê daxuyaniyek da û ragihand ku wan bi alîkariya Rûsya û hevpeymana navdewletî ya DYA pêşengiya wê dike tevahiya çoltera Dêra Zorê kontrol kir.

A+A-

Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên hevpeymana Navdewletî û Rûsyayê piştgiriya hewayî û lojîstîkî û herwiha kordînasyon û şêwirmendî dane wan daku çoltera rojhilatî ya parêzgeha Dêra Zorê vegerînin.

Herwiha YPGê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêvî dikin ew piştgirî zêde bibe û parastin û piştgiriya hewayî bê dabînkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de YPGê destnîşan kir ku "bidawîbûna şerî, êdî em lipêşberî peywirên stratejîk in ku em jiyaneke aştiyane damezirînin û binesaziyan ava bikin.

 

Ji aliyê din ve, YPG ragihand ku dê encûmen û birêveberiyên herêmî damezirînin ku ji eşîr, mezin û kesayetên rêzdar pêk tê daku nûneritiya hemû pêkhateyan herêmê yên ereb û kurd û yên din bikin.

YPG bangî hêzên navdewletî yên li Sûriyeyê dixebitin û di serî de Rûsya û Amerîka kir ku bibin garantor ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk û herwiha herêmên rizgarkirî biparêze. (sputnik)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.