1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. YPG: Li Cindirêsê şervanekî me çalakiyeke fedaî kir
YPG: Li Cindirêsê şervanekî me çalakiyeke fedaî kir

YPG: Li Cindirêsê şervanekî me çalakiyeke fedaî kir

Li Efrînê şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berdewam in. Navenda Ragihandina YPGê ragihand ku “li Cindirêsa Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê şervanekî me çalakiyeke fedaî kiriye.”

A+A-

Di daxwiyaniya Navenda Ragihandina YPGê de wiha tê gotin: “Şervanekî me bi navê Ehmed Welo (Îlan Dara) li Cindirêsa Efrînê çalakiyeke fedaî dijî Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê kiriye.”

Îlan Dara xelkê Hesekê ye û xwe bi hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de teqandiye. YPG wiha dibêje: “Wek çawa Arîn Mîrkan di Berxwedana Kobanî û Avesta Xabûr di Berxwedana Serdemêp ya Efrînê de bi çalakiyên xwe bûne rihê serkeftinê, bi heman awayî heval Îlan Dara bûye dirêjepêderê rêya wan.”

Daxwiyaniya Navenda Ragihandina YPGê di demekê de ye ku Artêşa Tirkiyê roja Pêncşemê kontrolkirina bajarokê Cindirêsê yê başûrê rojavayê Efrînê ragihand.(rudaw)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.