1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Zarîf: Îran Ne Amadeye Vegere Diyaloga Pêkhatina Navokî
Zarîf: Îran Ne Amadeye Vegere Diyaloga Pêkhatina Navokî

Zarîf: Îran Ne Amadeye Vegere Diyaloga Pêkhatina Navokî

Mohammad Javad Zarif, wezîrê derve yê Îranê: Îran Ne Amadeye Vegere Diyaloga Pêkhatina Navokî

A+A-

Wezîrê derve yê Îranê, roja Pênşemê got, daxwazên serokê Amerîka Donald Trump nayên qebûl kirin, yên derbarê guhertina pêkahtina navokî de, ya ku Tehranê bi welatên navnetewî re îmze kirî. Daxûyaniya wezîrê Îranê di wî çaxî de hat, dema nêzîk bûna wextê destnîşan kirî ji aliyê serok Trump ve bo 'çaksaziyên" di pêkhatina navokî de.

Mohammad Javad Zarif, wezîrê derve yê Îranê got" rê bidin ez bi zelalî pirsê vebirim û bi dawî bikim: Em ewlekariya xwe nadin aliyekî, û car din na vegerin pêkhatinekê û tiştan lê zêde bikîn ku bi dilekî saf me ew encam daye".

Zarîf, di girteyeke Videoyê de, bi zimanê Înglîzî dibêje,"Amerîka dixwaze pêkhatinê binpê bike, her weha yên din bitirsîne ku, şerîket car din ne vegerin Îranê".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, Trump pir caran rexne li pêkhatina navokî girtine, ya ku bi pêkhatina 5+1 ligel Îranê tê naskirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.