1. HABERLER

  2. SAĞLIK

  3. Zarokek ji ber şarbonê mir û pizîşkan hişyarî dan
Zarokek ji ber şarbonê mir û pizîşkan hişyarî dan

Zarokek ji ber şarbonê mir û pizîşkan hişyarî dan

Li navçeya Norşîn a Bedlîsê ji ber nexweşiya şarbonê (hebreşk) zarokekî 10 salî canê xwe ji dest da û Jûra Pizîşkên Amedê jî bang li rayadaran kir, ji bo zêdetir mirov nemrin, tedbîr werin stendin.

A+A-

Heftiya borî li gundekî navçeya Norşîna Bedlîsê zarokekî 10 salî ji ber di rovîkên wî de hebreşk hebû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê.

 

Li heman gundî bi dehan ajel jî miribûn û ji ber metirsiya belvabûna naxweşiyê gund hildabûne garantînayê. Herwiha li navçeyê bikaranîn û firotina şîr û goştên ajelan jî hatibû qedexekirin.

 

Serokê Jûra Pizîşkên Amedê Dr. Şerîf Demîr bi daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand, ku wî zarokî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

 

Duh li Amedê sazî û rêxistinên tenduristiyê li ser xeteriya belavbûna “Şarbonê” daxuyaniyek dan çapemeniyê û xwestin deildest tedbîrên pêwîst werin wergirtin.

 

Bi navê sazî û rêxistinên tenduristiyê Serokê Jûra Pizîşkên Amedê Dr. Şerîf Demîr axivî û got: "Di rojên dawî de nexweşiya şarbonê belav dibe. Divê hikûmet demildest tevdîran bistîne.”

 

Dr. Şerîf Demîr da zanîn ku li Stenbolê di 6 kesan de nexweşiya şarbonê hatiye dîtin û li Bedlisê jî zarokekî 10 salî bi heman nexweşiyê jiyana xwe jidest daye û diyar kir: “Divê berpirsên hikûmetê derbarê nexweşiyê de zanyariyên zelal bidin. Piştî ku goştê hawirde li Tirkiyê zêde bû gumanên me jî zêde bûne.”

 

Di keştiyekê de 25 ajelên bi şarbon hene

 

Ji aliyê din ve, di çapemeniya Tirkiyê de ev hefteyeke behsa keştiyekê tê kirin, ku di nav de ajelên bi şarbon hene.

 

Li gorî çapemeniyê keştî ya Panameyê ye û ji welatekî Amerîkaya Latînî 25 hezar çêl û ga anîne Tirkiyê û xwestiye barê xwe li Stenbolê vala bike. Piştî ku hate zanîn di keştiyê xwe ajelên nexweş hene, Wezareta Ajeldarî û Çandinî ya Tirkiyê ragihand ku ew keştî dê here Îspanyayê. Lê keştî ev çend roj e li qiraxa Derya Ege ya bajarê Îzmîrê ye.

 

Saziyên sivîl û hemwelatiyên wî bajarî dib3ejin, ew bi ti awayî qebûl nakin keştî barê xwe li Îzmîrê vala bike.

 

Hêjayê gotinê ye, ku meha borî li Stenbolê bi gumana ku nexweşiya şarbonê 22 kes rakiribûne nexweşxaneyan. Wezîrê Ajeldarî û Çandinî ya Tirkiyê jî ragihandibû, ku ew cihê goşt jê hatiye kirîn hildane karantînayê.

 

Şerbon çi ye?

 

Şarbon corê nexweşiyeke pir xeter e, ku bi riya goş û çerm û postê ajelan derbasî mirovan dibe. Di laşê mirov de cihê şarbon digre pirzikeke reş derdikeve.

 

Li gorî saziyên tenduristî yê cîhanî şarbon li welatên cîhana sêyem, wate pir pêşnekeftine zêdetir peyda dibe.

 

Gotegotên derbarê belavbûna nexweşiya şarbonê de bandorê li bazara goşt û berhemên ajelan jî dike.(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.