1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Zaxarova derbarê beşdarbûna nûnerên Kurd bo Soçi daxuyanî da
Zaxarova derbarê beşdarbûna nûnerên Kurd bo Soçi daxuyanî da

Zaxarova derbarê beşdarbûna nûnerên Kurd bo Soçi daxuyanî da

Zaxarova: Nûnerên kurd wê di Kongreya Dîyaloga Niştimanî ya Sûrîyeyê de beşdar bibin

A+A-

Nûnera Fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarovayê di weşana bernameya `Vestî` ya kanala `Russia 1`ê de ragihand ku nûnerên kurdan ên partiyên sîyasî wê di Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ya li Soçiyê tê lidraxistin de beşdariyê bikin.

Zaxarovayê dîyar kir ku ji bo vê kongreyê vexwendina nûnerên kurd ne karekî hêsan bû, ji ber ku gelek lîstikvanan çi ji destê wan hat kirin ku nûnerên kurd di kongreyê de beşdar nebin.

 

Nûnera Fermi ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê destnîşan kir ku pozîsyona Rûsyayê ya di wî warî de wek berê ye û got ku “Bêyî kurdan wê pêşketin gelek zehmet be, em behsa diyaloga berfireh a welatekî mezin dikin, ku kurd li wî welatî ne di riza dawîyê de ne û bi awayeke din (bêyî beşdariya nûnerên gelê kurd – red.) ne pêkan e. 

Zaxarovayê her weha bi bîr xist ku armanca sereke ya lidarxistina kongreya li Soçiyê raberkirina hola sîyasî ye ku nûnerên hêzên sîyasî yên Sûriyeyê û her weha nûnerên gelê kurd bikaribin `li ser qedera welatê xwe` biaxêvin.

 

Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyeyê wê di rojên 29-30ê Rêbendanê li Soçîyê bête lidarxistin. Li bendê ne ku li dora 1500 nûnerên hemû hêzên siyasî yên Sûriyeyê  tê de beşdariyê bikin. 

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.